Yaşam

Paşgira ‘-ng’ û peywira wê di hinekan peyvan de

Îro beşa herî zindî yê zimanê kurdî qada stranên gelêrî ye. Hê jî gelek stran li ser zar û zimanê dengbêj û stranbêjan bi awayekî resen têne parastin. Lê mixabin ev kelepora bêhempa hêdî hêdî ji holê radibe, ji ber cihê hêvotin û perwerdekirina dengbêjan dîwanên dengbêjan bûn, lê îro ev dîwan nemane. Êdî li cîhanê gel kelepora xwe ya gelêrî bi xebatên berhevkariyê tomar dike, hunermendên xwe di dam û dezgehên perwerdehiyê de perwerde dike. Lê mixabin kurd hê jî ji vê derfetê bêpar in. Bi ser de jî kar û xebatên hunermendên kurd bi rê û rêbazên cur bi cur têne astengkirin, hê jî hunermend ji ber stranên xwe têne girtin.

Helbet di vê nivîsê de armanca me ne ew e ku em qala pest û pêkutiyên li ser hunermendên kurd û astengiyên li ber hunera kurdî bikin. Em di vê nivîsê de dixwazin balê bikêşin ser hinek formên zimanî yên ku di stranên dengbêjan de hatine parastin. Ji bo vê yekê jî em ê bala xwe bidin berhema Heciyê Cindî ya bi navê “Kilamên Cimeta Kurda”. Ev pirtûk ji 250 rûpelan pêk tê û tê bi sedan stranên gelêrî cih digirin. Dema ku mirov bala xwe dide wan stranan, gelek qalib, şayes û morfemên zimanî bala mirov dikêşin. Em di vê nivîsê ez ê paşgira “-ng” ji xwe re bikim mijar.

Paşgira “-ng”

Ev paşgir di zimanê kurdî de diyardeyeke nû nîn e, ez jî di nav de gelek pispor û xebatkarên zimanê kurdî di berhemên xwe de bal kişandine ser vê paşgirê. Bo nimûne min di berhema xwe ya bi navê “Rêzimana Kurmancî” rûpela 69an de wiha gotiye: Ev paşgir di bingeha xwe “-ng” ye, lê li gorî rewşê bi dirûvê “-ing”, “-eng”, “-îng”, “-ang” derdikeve pêşberî mirov.

Mînak: nêzing, êzing, daring, rojing, koling, girîng, kereng, bêjing, soring, çolang, gedeng, zavang, birang, xweying….»

Li vê derê ez dixwazim bala we bikêşim ser mînakên “gedeng, zavang, birang, xweying” di van mînakan de paşgira “-ng” wateya bingehîn a peyvê naguherîne, bi tenê wateya “rebenî, delalî”yê li peyvê zêde dike.

Bi mînakên ku me ji pirtûka Heciyê Cindî neqandine em dikarin mijarê zelaltir bikin.

Axangê me çûne axangiyê

Gunê stûngê hevala

Qutînga derd û dermana ji min ra bikir

Tu were cîngan dayne

Min se û dû sî quruş dabû bihangê şerê, rîşî badanê

Tev çav belek in, birûngê reş in

Kofî kitana ber enînga kever çêke

Şûşenga dilê min deriziye

Ji ber eşqa, ez ê te ra dibêm tu zavangê bavê mino…

Qusûr tune, hema çar tilînga bejinê kurt e…

Lê bi domamê virda virda/ Çi kanînga ber kevir da

Derîngo der mezino / Jê derketiye qelfe jino

Jê derketiye qelfe bûko / kula min yanga biçûko

Mêzînê bînin, mişk bikşînin birangê belano

Têkine kodê bişînine odê, axangê belano

Têjingê wê kûzekûze / yek yar e, yek baltûze

Ebangî sipî Bexdayî / Ber milê xwe nefandin

Ew kaninga cew jê berdan

Xanikê, tu di xanîng, xana min / canikê tu di canîng, cana min / Gelîngi bi kur e, xana min

Zend û bazin hilmiştî /Rêvingan çawa kuştî

Derîngo, der piçûko

Ez ê Heso me, Hesongê Sulîbî me

Agirê kulê tu mala Reşongê Xelatê da dayê

Tevî roma reşe tolingî bû

Zevangê sê rojano

Her wekî ji mînakan jî diyar e, ev paşgir di wateya bingehîn de tu guherînê pêk nayne, lewre jî di van mînakan de mirov dikare, paşgira “-ng” wekî paşgireke bêjesaz bi nav bike. Ev jî wekî paşgirên “-ok”, “-ik” wateya biçûkkirin, rebenî û delaliyê dide peyvê.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

bucaajans.com.tr

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu